• Tuesday, 24 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Serhildan derbrîna xwestek û îradeya bihêz a gelê Kurdistanê ji bo jiyan û paşerojeka baştir û azad bû

Nêçîrvan Barzanî: Serhildan derbrîna xwestek û îradeya bihêz a gelê Kurdistanê ji bo jiyan û paşerojeka baştir û azad bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi boneya salvegera Serhildana 1991 a gelê Kurdistanê ragihand; serhldan deryê vekirî yê Kurdistanê bû ji bo qonaxeka nû ya xwebirêvebrinê û damezirandina saziyên şer’î û fermî yên Herêma Kurdistanê.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Bîranîna 31 saliya serhildana bi rûmet li adara sala 1991ê bi germî li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmerge yên mêrxas û hemû kurdistaniyan li navxwe û derveyî Kurdistanê pîroz dikim.

Serhildan derbrîna xwestek, bawerî û îradeya bihêz a gelê Kurdistanê bû ji bona jiyan û paşerojeka baştir û azad, serferaz û redkirina sitem û zordariyê bû, Berhemê xebat û qurbanîdana pêşmerge, gel û cemawerê serhildayî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê bû.

Serhldan deryê vekirî yê Kurdistanê bû ji bo qonaxeka nû ya xwebirêvebrinê û damezirandina saziyên şer’î û fermî yên Herêma Kurdistanê ku pişitî azadiya Îraqê di destûrê da hatine bi cî kirin, di navxwe û cîhana derve jî da bi fermî hatine nas kirin û te’amul pê ra tê kirin.

Di vê bîranînê da, em careke din tekîd dikin ku parastina azadî û destkeftiyên serhildanê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, erk û berpirsiyariya hevbeş ya hemû kurdistaniyane û wefadriye ji bo canê paqijê şehîdan û hemû qurbaniyên rêya azadiyê.

Bila ev bîranîn bibe palderek ji bo zêdetir mokimkirina canê biratiyê, bihevrabûnê, yekrêziyê û kûrkirina pêkvejiyanê, hevduqebûlkirinê, lêbihurînê û karkirin ji bona wan armancên ku şehîdên serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê canê xwe li ser dana.

Tevî dupatkirina pabendbûna me bi armancên serhildanê, em bi hêvî û umêd, bi bawerî û geşbînî ji bo paşerojeka baştir dinêrîn û bi rêz û hurmet ve yada şehîdên sehildan û hemû şehîdên Kurdistanê dikîn.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

2022.03.05

 

Top