Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê pêşwazî li Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Nasir Husên El Şelebî kir.
Di civînê de li ser pêşvebirina hemahengî û alîkariya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê di warê veguhestin û gihandinê de gotûbêj kirin, bi taybetî ji aliyê girêdana bajar û parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê û piştre jî bi welatên derdor û cîhanê, bi rêya xeteke pêşketî ya hesin ve.
Herwiha di civînê de zêdekirina geştên esmanî yên navxwe hat axaftin, ku bandora wan a baş ji aliyê pêşxistina jêrxana aborî û danûstandina bazirganî û pêşvebirina pîşesazî û geştûguzariyê dibe.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê encamdana vê projeya stratejîk, wisa bibe ku di berjewendiya hemû welatiyan û pêkhateyên cuda yên Iraqê de be.
K24
