Li Denmarkê zarokeke Kurd di reqsa li ser qeşayê de bû yekemîn
Li Denmarkê zarokeke Efrînî di reqsa li ser qeşayê de bû yekemîn.
Zaroka Efrînê ya bi navê Dîcle Osman ku li Denmarkê dijî, bala wê gelek li ser lîstok û dansa li ser qeşayê (Qermîtok) e û ew ji sala 2018an ve di vê reqsê de xwe pêş dixe.
Dîcle Osman di pêşbirkekê de li ser asta mezintirîn 4 parzêgehên Denmarkê pileya yekemîn bi dest xwe ve anî.
Dîcle Osman niha hewl dide di pêşbirkên li ser asta hemû Denmarkê de pileya yekemîn bi dest xwe ve bîne û dixwaze beşdarî şampiyonaya Ewropa jî bibe.
Dîcle Osman ku îro, 03/03/2022, rojbûna wê ye û bû 12 salî, beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û behsa serkeftina xwe kir.
Zaroka Efrînê amaje bi wê kir, ji zaroktiyê ve ji vê lîstikê hez dike û ew dixwaze serkeftinên mezintir bidest bixe.
Bavê zaroka Efrînî jî got, bal û daxwaza Dîcle Osman gelek li ser vê lîstik û reqsê hebû û ew jî bo bûn hevkar.
Rudaw
