Danûstandinên Rûsya û Ukrayna; korîdoreke mirovî tê vekirin
Şandên Ukrayna û Rûsya li bajarê Brest ê Belarusê bo cara duyem civiyan û herdu aliyan li hev kir ku korîdoreke mirovî ji bo derketina sivîlan bê vekirin.
Şandên Ukrayna û Rûsya li bajarê Brest ê Belarusê civînek encam dan û endamekî şanda Ukrayna dibêje, ew li gel Rûsya negihîştine encamên çaverêkirî.
Lê wî endamê şanda Ukraynayê ragihand, di derbarê vekirina korîdoreke mirovî de, wan li hev kiriye û divê di dema derketina sivîlan de şer were rawestandin.
Li gor zanyariyan Rûsya hinek mercên dijwar ji bo rawestandina şer danîne, di heman demê de şer gurr dibe.
Li gor zanyariyan îro li Xarkîvê ji ber bombebarana Rûsya, 34 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, û 285 sivîl jî birîndar bûn.
Ukrayna ragihand, bendara Mariupol, ya li başûrê Ukrayna hatiye dorpêçkirin.
Rûsya dibêje, wan 100 balafirên şer û balafirên keşfê yên Ukrayna têk birine.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsiya Îgor Konaşînkov diyar kir, Rûsya dê şer berdewam bike, û dê bînesaziya leşkerî ya Ukrayna bike armanc.
Konaşînkov diyar kir, wan mûşek avêtine radyo û televîzyona Lîsa Horawa ya li Kyivê û ew ji kar hatine xistin.
