Wezareta Pêşmerge: Emê li ser reform û hevgirtina hêzên Pêşmerge berdewam bin
Wekîlê Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn ragehand, ewê li ser reform û hevgirtina hêzên Pêşmerge berdewam bin.
Îro danê sibê li Hewlêrê panêlek bi navê “Pêşmerge; Sembola Neteweyekî” hat lidarxistin.
Di panêlê de, wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn axaftinek kir û ragehand, pispor û şêwirmendên serbazî yên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Holanda bi berpirsên Pêşmerge re kar dikin da ku tevahiya hêzên Pêşmerge bikevin bin sîvana Wezareta Pêşmerge.
Serbest Lezgîn her wiha got, em wek Wezareta Pêşmerge dê li ser pêngavên reform û hevgirtina hêzên Pêşmerge berdewam bin. Ji xwe me karên pir baş kirine di vî warî de.
Wekîlê Wezareta Pêşmerge da zanîn jî, heta niha hêzên Piştevaniya 1 û Piştevaniya 2 yên Pêşmerge bi hemû çek û baregehên xwe ve ketine bin sîvana Wezareta Pêşmerge her wiha 4 lîwayên girêdayî hêzên 70 û 80 jî di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hatine rêkxistin.
Basnews
