• Tuesday, 24 February 2026
logo

Ji ciwanekî kurd re madalya aştiyê hat dayîn

Ji ciwanekî kurd re madalya aştiyê hat dayîn

Ciwanekî ji bajarê Soranê li bajarê Dubeyî beşdarî konferansa aştiya cîhanî kir û madalyaya aştiya cîhanî jê re hat dayîn.

Mihemed Mesîh wek balyozê aştî û panelîst beşdarî konferansê bû û bi mijarekî bi wêne û dokomenterî hemû qonaxên enfal û kîmyabarên vegot, behsa dîroka qurbanîdana gelê kurd li Iraqê kir û herwaha behsa aştî û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê kir, ji bo wê jî madalya aştiyê ji Mihemed Mesîh re hat dayîn.

Mihemed Mesîh ji BasNewsê re ragehand: ‘’Giringiya vê konferansê di vê derê de yekemcar bû derfet ji bo ciwanekî kurd hat dayîn ku wek panelîst beşdarî konferansê bibe.’’

Mihemed Mesîh Şukrî sala 2020ê beşa siyaset û pêwendiyên navnetewî li fakulteya yasa, zanistên siyasî û rêveberiyê li zankoya Soran temam kir. Di roja dawî ya konferansê de wek çalaktirîn ciwanê beşdar xelat û madalyaya aştiyê ji ciwanê kurd re hat dayîn.

 

Basnews

Top