• Tuesday, 24 February 2026
logo

Xwebexşên Ukraynî bi hewara welatê xwe ve diçin

Xwebexşên Ukraynî bi hewara welatê xwe ve diçin

 Li Kieva paytexa Ukraynayê tevî  topbaran, bordûman û dorpêça ji aliyê Rûsyayê ve, hejmarek ji welatiyên xwebexş ên Ukraynî xwarin û alîkariyên pizîşkî bo xelkê ku li vir mane kom dikin û dighînin ber destê wan. Piraniya xelkê malên xwe bicîh hiştine û di jêrzemîn û navendên metroyê de dimînin.

Xwebexş Luliia Nyzhnyk dibêje "Xelk ji ber dorpêçê li jêrzemînan bê xwarin mane û nikarin derkevin xwarinê bikirin. Pêdiviya her kesên li vê derê bi xwarinê heye, divê bo wan bê peydakirin."

Li  bajarê Przemysl ê Polandayê, tevî ku pêla koçberiyê ji Ukraynayê ber bi vê derê berdewam e,  bi dehan ji welatiyên Ukraynayê hatine vê navenda trênê daku biçin bajarên Lviv û Odessa yên Ukraynayê û wek xwebexş kar bikin û bi hewara kesên ku li wir mane ve biçin.

Welatiya Ukraynayê Olena got "Ew welatê me ye, em jê hez dikin, divê em li wir bin û wek xwebexş kar bikin û alîkariya xelkê bikin."

Xelkê Ukraynayê yên li Fransayê, wek erkekî pêwîst ê li ser milê xwe dibînin û alîkariyên mirovî ji bo kesên ku li Ukraynayê dimînin kom dikin daku piştre bi rêya Polandayê derbasî wir bikin.

24ê meha borî operasyona serbazî ya Rûsyayê bo ser Ukraynayê destpê kir û di encam de hejmarek kes bûn qurbanî. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 677 hezar kes ji Ukraynayê ber bi welatên cîran koçber bûne.

 

 

Rudaw

Top