• Tuesday, 24 February 2026
logo

Kembera reş a taekwandoyê ji Putin hat stendin

Kembera reş a taekwandoyê ji Putin hat stendin

Federasyona Taekwando ya Cîhanê ragihand ku ji ber êrişa leşkerî ya li ser Ukraynayê, kembera reş a rûmetê ya tekwandoyê ku ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hatibû dayîn, hat betalkirin.

Federasyonê herwiha ragihand ku dê pêşbirkên tekwandoyê li Rûsya û Belarûsê neyên lidarxistin.

Federasyona Taekwando ya Cîhanê di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û tê de wiha hat gotin “Aşitî ji serketinê bi nirxtir e. Di vê çarçovê de, Federasyona Cîhanî ya Tekwandoyê biryar da ku kembera reş a rûmetê ya asta nehemîn ku di Mijdara 2013an de ji birêz Vladimir Putin re hatibû dayîn, jê bê stendin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Federasyona Taekwando ya Cîhanê bi gelê Ukraynayê re ye û hêvî kir ku şer di kurtir dem de dawî li şer bê.

Li aliyê din Federasyona Judoyê ya Navneteweyî jî wek helwestek li hember êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê navnasên Vladimir Putîn en "Serokê Rûmetê yê Federasyona Judoyê ya Navneteweyî û Balyoz" rawestand.

 

Rudaw

Top