• Tuesday, 24 February 2026
logo

Elî Ewnî: Bexda 200 milyar dînarê mûçe wek karteka siyasî li dijî Kurdistanê bikar tîne

Elî Ewnî: Bexda 200 milyar dînarê mûçe wek karteka siyasî li dijî Kurdistanê bikar tîne

Endamekî serkirdetiya PDKê dibêje, neşandina 200 milyar dînarê mûçe ji aliyê Bexdayê ve nîşan dide ku dîsa dixwazin mûçe û qûtê xelkê wek karteka siyasî li dijî Kurdistanê bikar bînin.

Hikûmeta Kurdistan roja 25 her mehekê dest bi dayîna mûçeyê karmendan dike lê vê mehê hîn dest pê nekiriye.

Tê gotin ku yek ji sebebên gîrobûna mûçeyê, neşandina 200 milyar dînarî ye ku pêwîst e Bexda her meh bo mûçe bide hikûmeta Kurdistanê.

Li ser vê mijarê, endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re got, neşandina 200 milyar dînar û biryara dadgeha federalî li ser neft û gaza Kurdistanê girêdayî zihniyeta desthilatên Iraqê ye. Rast e rêjîma Beis li Iraqê nemaye lê zihniyeta Beis û şovenîzm maye.

Elî Ewnî her wiha got, desthilatdarên Iraqê li dijî sîstema federalî ne û naxwazin statûya Herêma Kurdistanê hebe. Çimkî naxwazin kurd bi xwe, xwe birêve bibin. Eger ji destê wan were dê a niha statûya Herêma Kurdistanê hilweşînin.

Wî endamê serkirdetiya PDKê da xuyakirin jî, vêca neşandina bûdce û qutê xelkê Kurdistanê wek karteka siyasî li dijî hikûmeta Kurdistanê bikar tînin.

 

Basnews

Top