Rûsyayê çeka atomî xiste liv û tevgerê
Piştî ku Wezareta Berevanî ya Rûsyayê li ser malpera xwe çeka atomî nimayîş kir, li ser asta civaka navdewletî, karvedanên mezin li pey xwe anî.
Malpera Wezareta Berevanî ya Rûsyayê hejmarek çekên atomî nimayîş kirin û destnîşan kir; di dema bersivdana her dijminkariyek li dijî Rûsya û hevpeymanên wê de, çeka atomî bi kar tînin.
Koşka Spî li ser gefên Rûsyayê yên ji bo amadebûna çeka atomî, bersiva Putin da û ragihand: “Ev biryar hinceta şer e.”
Berdevka Koşka Spî Jen Psaki ji kanala televîzyonê ya ABC ya Amerîkî re ragihand; biryara Putin ji bo amadekirina atomî hinceta şer e û Putin ji bo hinceta şer gefa sexte dirust dike.
K24
