Almanya mûşekên antî-tank û Stînger dide Ukrayna
Hikûmeta Almanya ragehand, ewê çek û cebilxane bidin Ukrayna da ku li dijî Rûsya şer bike.
Êriş û operasyonên Rûsya li dijî Ukrayna berdewam in û her ku diçe Ukrayna zêdetir ji aliyê hêzên Rûsya ve tê dorpêçkirin.
Tê gotin ku beşek ji bajar û deverên Ukrayna ku nêzîkî sînorên Rûsya ne, ketine destê hêzên Rûsya û hêzên Rûsya derbasî nav paytext Kîevê jî bûne.
Li aliyekî din, çendîn welatan dest bi şandina alîkariyên serbazî bo Ukrayna kirine.
Serokê hikûmeta Almanya, Olaf Scholz jî ragehand, ewê li dijî dagîrkeriya Rûsya alîkariya Ukrayna bikin.
Scholz daye zanîn jî, ewê 1000 mûşekên antî tank û 500 mûşekên Stînger bidin Ukrayna.
Basnews
