Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê îro derbarê rewşa Ukraynayê dicivin
Îro wezîrên derve yên welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de bi awayê Online dicivin û rewşa Ukraynayê piştî êrîşa Rûsyayê û gihandina alîkariyên leşkerî û darayî bo Ukraynayê gotûbêj bikin.
Berprisê Siyaseta Derve ya YE Josep Borrell ragihand, wezîrên derve yên welatên endam di wê yekîtiyê de, dê di civîna xwe de pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî yên zêdetir bo Ukraynayê ji bo rûbirûbûna êrîşa Rûsyayê gotûbêj bikin.
Borrell li ser twîterê belav kiriye, ew dê pêşniyara hejmarek alîkariyên bilez bike ji bo alîkarîkirina hêzên Ukrayna di şerê li dijî Rûsyayê de.
Duh Almanyayê ragihand ku ew dê 1000 roket û 500 mûşekên erd-asman ên ji corê Stînger û tankên Hawtzer radestî Ukraynayê bikin.
Herweha Belcîka, Holenda, Fransa û Çekyayê ragihandin ku dê çekan ji Artêşa Ukraynayê re bişînin.
Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel jî ragihand, berevaniya Ewropayê ji bo piştevaniya Ukrayna tevdigere, û ew dê hêsankariyan jibo alîkarîkirina Ukraynayê bikin.
Rudaw
