Fransayê dest danî ser keştiyeke Rûsyayê
Hêzên Fransayê li Deryaya Manş dest bi ser keştiyeke kargoyê ya Rûsyayê de girtin.
Hêzên Fransayê îro li Deryaya Manş dest danîn ser keştiyeke Rûsî. Li gor zanyariyan wê keştiya kargoyê sizayên ku ji ber şerê Ukraynayê bi ser Rûsyayê de hatine sepandin, binpê kirine.
`Binpêkirina sizayên li ser Rûsyayê`
Ew keştiya kompaniyeke Rûsî di saetên sibehê de ji aliyê polîsê deryayî yê Fransî ve hat rawestandin û dest bi ser de hat girtin.
Berpirsekê ji ajansa Reutersê re piştrast kir ku bi tometa “binpêkirina sizayên li ser Rûsyayê” dest bi ser wê keştiyê de hatiye girtin.
Keştiya Rûsî ji bo bendera Boulogne-sur-Mer hat veguhestin.
Rûsan daxwaza zelalkirinekê kirin
Li aliyê din li gor ajansa RIA Novosti, berpirsên Rûsî li ser destbiserdegirtina keştiyê daxwaza zelalkirinekê ji berpirsên Fransî kirine.
Ev di demekê de ye ku êrişa Rûsyayê ya bo ser Ukraynayê di roja sêyem de berdewam dike û Amerîka û Ewropayê hejmareke ceza ji ber wê êrişê bi ser Rûsyayê de sepandine.
Rudaw
