Gola Wanê di her demasalê de tameke taybet dide geştiyaran
Gola Wanê yek ji wan cihên geştiyarêyên balkêşe ku di hemû dem salan de geştyar berê xwe didin wê derê ku bi heman awayî di roj û şevê de jî tameke xwe ya taybet heye. Bi taybetî jî Girava Axtemarê ku bi beleman geştyar serdana wê dikin.
Li ser Gola Wanê dengê avê û dengê qaqlîbazan tevlîhev dibin. Geşta di nav Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê de, navnîşaneke din a geştiyariyê ye û xelk bi dehan kîlometrayan tên bo gehiştina wê hestê.
Parêzgeha Wanê û gola wê di her çar demasalan de taybetmendiyên corbicor hene.
Geştyar Rabîa Ulu dibêje: “Piştî geşteke 26 demjimêran, bi trenê em hatin vê derê, lê hêjayî dîtînê ye. Mirovên wê heta bêjî mirovdost in. Em gelek razî ne.”
Herçende Gola Wanê di hemû demsalan de hêjayî geştkirinê ye, bi heman awayî di roj û şevê de jî tameke xwe ya taybet heye.
Bi şevan li peravên Edremît, Adilcewaz, Gevaş û Ercîşê geştiyar demên xwe diborînin.
Ji xeynî Bakurê Kurdistanê, geştiyar ji bajarên Tirkiyê û welatên derve jî serdana wê derê dikin.
Geştiyar Muhamed Erbay jî got: “Em ji Stenbolê wek hevjîn hatin daku Wanê bibînin. Ev demek zêde ye me dixwest bên. Diyar e îro bû qismet.”
Geştyar Fatma Erbay jî dibêje: “Gelek bi dilê me bû. Xwezî em zûtir bihatana. Bi rastî bêhempa ye. Em pêşniyarê li hemû kesê dikin bên û vê derê bibînin.”
Girava Axtemarê yek ji wan cihên geştê ye ku geştiyar di hemû demsalan de bi beleman serdana wê dikin. Li wê giravê dêrek heye ku di sala 915ê de bi fermana kralê Gagîkê yekem hatiye avakirin. Salane hejmareke zêde ya geştiyarên Krîstiyanan berê xwe didin wê giravê.
Di Nîsana îsal de gola Wanê di pêşbirkeke NASAyê de ji 32 wêneyên ku ji fezayê hatine tomarkirin bû yekem û di qonaxa dawî de li hember wêneyê “Stêrkên bi tevger ên li ser parzemîna Amerîkayê” biserket.
Gola Wanê mezintirîn Gola Kurdistanê ye, rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometre duca ye. Rêjeya xwê û sodayê di ava wê de zêde ye. Bi giştî bilinbûna asta ava wê hezar û 464 metre ye ji asta deryayê.
Axtemar û Çarpanak, Adir û Kuşadalari, 4 girav in di nav gola Wanê de.
Rudaw
