• Wednesday, 25 February 2026
logo

Firokeyeke şer a Tirkiyê baregeheke PKKê li Xanesorê bombebaran kir

Gulan Media December 12, 2021 Nûçe
Firokeyeke şer a Tirkiyê baregeheke PKKê li Xanesorê bombebaran kir

Peyamnêran da zanîn, firokeyeke şer a Tirkiyê baregeheke PKKê li Komelgeha Xanesorê ya ser bi Şingalê ve bombebaran kir.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di encama wê êrîşa Tirkiyê li ser baregeha PKKê de, ti ziyaneke canî nebûye.

Roja 7ê vê mehê jî firokeyeke bê firokvan a Tirkiyê li Xanesorê otomobîla serkirdeyê de PKKê de Merwan Bedel (Dijwar) armanc girtibû û ew di êrîşê de hatibû kuştin.

 

K24

Top