• Wednesday, 25 February 2026
logo

Îsrasîl pişta Îranê li Sûriyeyê şikandiye

Gulan Media December 11, 2021 Nûçe
Îsrasîl pişta Îranê li Sûriyeyê şikandiye

dibêje pêgeha Îranê li Sûriyeyê gelek lawaz kiriye.
Ji sedî 75 cebelxane û navendên Îranî hatine jinavbirin.

Rojnameya Şerq Elusat raportek belav kiriye û têde diyar kiriye ku Îsraîl derbên gelek dijwar li Îranê daye.

Di raportê de ku ji malpera Walla ya Îsraîlî hatiye wergirtin, Îsraîl di wan demên dawî de li Sûriyeyê derbên gelek dijwar li Îran û komên çekdar yên Îranî yên li Sûriyeyê daye.

Li gor raportê Îsraîl kariye ji sedî 75ê navendên leşkerî û cebelxaneyên Îranî li Sûriyeyê wêran bike.

Di berdewamiya raportê de hatiye eşkere kirin ku, Îsraîl herwiha kariye ji nîveya zêdetir ya sîstema berevaniya Sûriyeyê jî ji nav biriye.

Top