Li Amedê karmenda tendirûstiyê ya ji kar hatibû dûrxistin xwe kuşt
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê karmenda Nexweşxaneya Zarokan a Amedê Fatma Demirel ku bi biryara di hûkmê qanûnê de (KHK) ji kar hatibû dûrxistin xwe kuşt.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu derbarê xwe kuştina Fatma Demirel de nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Ev xwe kuştina çendan e ji neçariyê.”
Parlamenterê HDPê Gergerlioglu xwe kuştina Fatma Demirel li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi peyamekê ragihand û got: “Xwe kuştin! Ev çendin xwe kuştina mexdûra KHKê ye! Ev xwe kuştina çendane ji neçariyê? Fatma Demirel li Amedê bi biryara di hikmê qanûnê de ji Nexweşxaneya Zarokan a Amedê hat avêtin. 48 salî û dayika zarokekê bû. Qirkirin berdewam e û raya giştî û rayedar bêdeng in.”
Li gor agahiyên hatine belav kirin Fatma Demirel endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirûstiyê bû.
Rudaw
