• Wednesday, 25 February 2026
logo

Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê pêwendiyekî telefonî li gel Serokwezîrê Kurdistanê pêkanî

Gulan Media December 10, 2021 Nûçe
Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê pêwendiyekî telefonî li gel Serokwezîrê Kurdistanê pêkanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  pêwendiyeke telefonî ji Wezîra Navxwe ya Brîtaniyayê Priti Patel wergirt.

Di pêwendiyê de, rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê û Kenala Îngilîzî hat guftûgokirin.

Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê hevxemiya gihande Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo ew Pêşmerge û welatiyên ku di encama êrîşên vê dawiyên yên DAIŞê de şehîd bûne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe derbarê rewşa ne li bar a koçberên Kurd li ser sînorê Belarus û Polandayê û Kenala Îngilîzî nîşan da û tekezî li wê kir ku pêwîst e li gor yasayên navdewletî serederî ligel were kirin û hevkariyên mirovî û havkarî pêşkêşî wan bê kirin. Herwiha amaje bi wê da ku gef û metiriyên terorê û nearamiya rewşa ewlehiyê, yek ji wan hokeran e ku bûye sedema zêdebûna koçberan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya hevahengiya Brîtanya, Fransa û welatên din ên Yekîtiya Ewrupa ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan kir. Amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo her hevkarî û hevahengiyekê ligel Hikûmeta Federalî û welatên Ewropa ragihand, bi taybet asankarî ji bo vegera arezûmendane ya koçberan bo Herêma Kurdistanê. Herwiha tekezî li ser hevkarî û hevahengiyekê hate kirin ji bo girtina rêkarên yasayî li hember wan grub û qaçaxçiyên ku koçberan dixapînin.

 

Basnews

Top