• Wednesday, 25 February 2026
logo

Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasîma vegerandina cenazeyên 41 Êzidiyan de

Gulan Media December 10, 2021 Nûçe
Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasîma vegerandina cenazeyên 41 Êzidiyan de

Di merasîma vegerandina termên 41 Kurdên Êzidî bo gundê Koco yê ser bi Şingalê ve ku di dema êrîşa DAIŞê de hatin kuştin, gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji aliyê Nûnerê Serokê Encûmena Wezîran Dîndar Zêbarî ve hate xwendin.

Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Nûnerên Hikûmeta Federalî, UNITAD, saziyên Neteweyên Yekgirtî, rêkxistinên navdewletî û herêmî, malbatên şehîd û birîndar û rizgarbûyên destê teroristên DAIŞê.

Îro bi rêz û hurmet beşdar in li merasîma zivirandina rufatên (41) Êzîdiyên Koco û Solax ku bûne qurbaniyên cînosaydeke herî hovane di dîroka mirovahiyê de li ser destê teroristên DAIŞê.

Piştî terorîstan êrişî kir ser çend deverên Herêma Kurdistanê, bi taybet ew deverên ku Êzîdî û pêkhatên olî û netewî lê dijîn, hemû urfên mirovî û prensîpên mafên mirovan binpê kirin, mal talan krin, jin û zarok revandin û bi sedan hezar kes koçber kirin ku berê xwe dan Herêma Kurdistanê, tevî hemû karesatan, Êzîdiyan kultûr, nasname û ola xwe parast.

Hikûmeta Herêmê digel hemû aliyên pêwendîdar ên Iraqî û navdewletî hewl dide ku civaka Êzîdî û hemû pêkhatên olî, mezhebî û netewî parastî bin û tûşî karesateke din nebin û bi azadî û rûmet bijîn û vegerin ser malên xwe û deverên wan bêne avedankirin, xizmetguzariyên seretayî jê re bêne dabînkirin. Herweha daxwazê li hikûmeta fedralî dikin ku qerebûya wan bête kirin û terorîst û tawanbar bêne dadgehkirin û li gorî yasa û pîverên navdewletî bêne cezakirin.

Hikûmeta Herêmê tawanên DAIŞê li dijî Êzîdyan û pêkhatên din belge kirine, (5170) dosye hatine tomarkirin, ji wan zêdetirî (2324) dosyayan lêkolîna wan bi dawî hatine. Bi hewlên Hikumeta Herêmê ji bo azadkirina ewên hatine revandin, heta niha (3550) Êzidî hatine azadkirin ji wan (1206) jin û (339) mêr, (1049) zarokên keç û (956) zarokên kur. Hikûmeta Herêmê dê berdewam be li ser xebata xwe ji bo azadkirina hemû revandiyan.

Hikumeta Herêma Kurdistanê, xwe li xwişk û birayên Êzîdî kiriye xwedan û bi şêweyekî fermî kar kiriye, ev tawana ewqas mezin bi jenosayd bête nasandin û vê jî bi erkê xwe dizane, lewra komîteke bilind pêk aniye ji bo nasandina van tawanan wek jenosyad li ser asta  navdewletî, pêwêst e ku aliyên navdewletî bi taybetî Encûmena Asayişa Navdewletî bi riya rawêjkarê taybet û Serok Tîma UNITAD rola xwe bibîne ji bo destpêkirina prosesa dadgehkirina tawanbarên DAIŞê li ser tawanên navdewletî wek tawanên li dijî mirovahiyê, tawanên şer û jenosaydê.

Li vir em bi pêwîst dizanin ku projeyasaya Herêma Kurdistanê ji bo damezirandina dadgehs taybetmend ji bo tawanên DAIŞê ku pîverên navdewletî tê de cîgir bîne li dûv dawakarî û bi piştgiriya UNITAD ku li qonaxa dawiyê nabe rêgirî lê bête kirin.

Em bi pêwîst dibînin ku rêkeftina Şengalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de ya ji bo asayîkirina Şengalê bê cibicîkirin, ji ber ku ew baştirîn çareserî ye ji bo aştî, ewlehî, avedankirina herêmê û vegera koçberan, divê Hikumeta Federal û aliyên navdewletî, bi taybetî UNAMI bi erkê xwe rabin û hewlên cidîtir bidin jib o cibicîkirina wê rêkeftinê. Êzidî pêkhateyeke resen a gelê Kurdistanê ye û divê kar bikin ku bikarin bare wan sivik bikin, em di Hikûmeta Herêmê de bi berdewamî piştevan û alîkar bûne ji bo xizmeta zêdetir ji xwişk û birayên Êzidî re bê kirin û êş û xemên wan kêm bikin.

Di dawiyê de, serî bi rêz û hurmetê bo qurbaniyên Şingala jenosaydkirî diçemînîn û hêviya me ji Xwedê ew e, şehîdan bi bihuştê şad bike û yên revandî vegerên bi serbilindî û hemî derbeder û tenahî û avedankirin pêkve vegerin Şingala xweştevî, li vir bi pêwîst dizanim spasiya tîma Netewên Yekgirtî Ji Lêkolînên di Tawanên DAIŞê de (UNITAD) dikin bi serokatiya birêz Christian Ritscher û serokê berê yê tîmê birêz Kerîmxan, ji bo xebata wan a li ser dosyeya qurbaniyên Êzîdiyan.

Silav û rêz ji Pêşmergeyên qehreman bi serperiştiya Cenabê Serok Barzanî re ku di roja 13/11/2015an de karîn devera Şingalê azad bikin. Spasiya hêzên Hevpeymanan dikin ku piştevana sereke bûn ji hêza Pêşmerge û artêş Iraqê re. Erkê aliyên navxweyî yên pêwendîdar û civaka navdewletî ye hilmeta avedankirin û binyadnanê dest pê bikin û birînên Êzîdiyan û welatiyên Şengalê derman bikin.

 

 

K24

Top