Serok Barzanî û Muqteda Sedir bi telefonê rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî û Rêberê Tevgera Sedirê Seyid Muqteda Sedir îro 9/12/2021ê di pêwendiyeke telefonî de rewşa siyasî ya Iraqê û derencamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê guftûgo kirin.
Her di wê pêwendiyê de tekezî li pêwîstiya berdewamiya guftûgoyên di navbera aliyan û dariştina projeya hevpeymanîyekê di navbera alîyan de hat kirin, ew jî bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û cibicîkirina îradeya gel û xizmetkirina berjrewendiyên tevahiya pêkhateyên Iraqê.
