Rojhilat – Li Selmasê 6 kes di rûdana tirafîkê de mirin
Li bajarê Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê di rûdaneka tirafîkê de 6 kes mirin.
Duhî li ser rêya bajarên Selmas û Xoy yên Rojhilatê Kurdistanê li nêzîkî îstasyona şemendeferê ya Selmasê du otomobîl li hev ketin.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de 6 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Basnews
