• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hevpeymaniya Navdewletî li ser rahênana Pêşmerge berdewam dibe

Gulan Media December 10, 2021 Nûçe
Hevpeymaniya Navdewletî li ser rahênana Pêşmerge berdewam dibe

Gerên dawî yên gotûbêjên teknîkî di navbera hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam in daku wan biryaran bixin warê cîbicîkirinê, ku di danûstandinên stratejîk de herdû aliyan di çend mehên borî de biryara xwe li ser dabûn. Hevpeymaniya Navdewletî tekez dike, ew dê li ser rahênana Pêşmerge û hêzên din ên Iraqê berdewam bin.

Civîna roja pêncşemê ku li Bexdayê hat kirin, piştre jî rêveberê peywendiyan li Wezareta Navxwe ya Iraqê encamên wê ragihand.

Sead Mean, rêveberê peywendiyan li Wezareta Navxwe ya Iraqê, dibêje, “Hevpeymaniya Navdewletî berî bidawîbûna îsal bi temamî dawî bi qonaxa veguhêz ya karên xwe tîne, û erkên wê bi wî awayî dibin, ku êdî di kiryarên serbazî de beşdar nabe. Rêzdar Qasim Earecî şêwirmendê asayîşa niştîmanî ya Iraqê tekezî li wê yekê kir, ku hevahengî di navbera hêzên Iraqî û Hevpeymaniya Navdewletî de di warên şêwrê, piştîvanî û pêşxistina şiyanên hêzên me de berdewam dibe.”

Li gor rêkeftina stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê di 31ê Kanûna 2021ê de, ti hêzeke Amerîkî li Iraqê nabe ku erkê wê di pêkanîna operasyonên serbazî de be. Herwiha hêzên Iraqî aramî û asayîşa hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li xwe digirin, lê ew hêzên navdewletî mafê berevanîkirinê bi xwe jî dikin.

Nêzîka 2500 serbaz û şêwirmendên serbazî yên Amerîkayê û nêzîka hezar serbaz û şêwirmendên din ên endamên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistan û Iraqê ne.

Heta niha ne diyar e, çend ji van 3500 serbaz û şêwirmendên serbazî li Iraq û Herêma Kurdistanê diçin derve û çend jî dimînin, daku şêwrê bidin hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî, û şiyanên wan ên serbazî bipêş ve bixin.

John W. Brennan Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî di vê derbarê de got, “Hejmareke zêde jin û mêrên wêrek xwe kirin qurbanî bo piştrastbûna ku DAIŞ venegere. Em li vir dimînin bo şêwirdan, piştîvanîkirin û bihêzkirina hêzên emnî yên Iraqê. Em piştrastin ku ev pêkvekarkirina me encameke wê ya baş dibe, ku DAIŞ nikaribe rêzên xwe rêkbixe û nikaribe gefê li xelkê Iraqê jî bixwe.”

Ne diyar e, guherîna vî erkî yekser tiştekî  biguhere, ji ber ji destpêka 2020ê ve Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di ti şerekî dijî DAIŞê de beşdar nebûne.

Hevpeymaniya Navdewletî di Îlona 2014an de hat damezrandin û piştîvanekî mezin ê hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî bû, daku rûbirûyî DAIŞê bibin, û navçeyên di bin desthilata vê grûpa radîkal kontrol bikin.

Di dawiya 2017an de, Heyder Ebadî serokwezîrê wê demê yê Iraqê ragihand, ku DAIŞ di warê serbazî de têkşikest, lê heta niha DAIŞ li hinek navçeyan zêde tevdigere.

Ji 27ê meha borî û herta 6ê vê mehê, DAIŞê li sînorên Germaiyan, Pirdê û Mexmûr çend êrîş kirine ser çeperên Pêşmerge û welatiyan, û di encam de 22 Pêşmerge û 3 welatî şehîd bûne.

 

Rudaw

Top