Joe Biden jinekê dike berbijêr ji bo balyoza nû ya Iraqê
Serokê Amerîkayê Joe Biden, jineke diplomat a welatê xwe ji bo posta balyozxaneya Iraqê dike berbijêr.
Koşka Spî di daxuyaniyekê de aşkere kiriye, balyoza aniha ya Amerîkayê li Kiwêtê Alina Romanowskî, berbijêr e ji bo posta balyoza Amerîkayê li Iraqê li cihê balyozê aniha Matyo Tuler werbigire.
Alina Romanowskî 66 salî ue û ev 40 sal in tecrûbeya wî heye li çend postên hikûmeta Amerîkayê û di postên Wezareta Derve ya Amerîkayê jî kar kiriye
Ligor zanyariyan Alina Romanowski weke karmendeke CIAyê kar kiriye û pisporiya wê di Rojhilata Navîn de heye.
Basnews
