• Wednesday, 25 February 2026
logo

Kiliçdaroglu serdana malbata Şenyaşar kir

Gulan Media December 9, 2021 Nûçe
Kiliçdaroglu serdana malbata Şenyaşar kir

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li parêzgeha Rihayê serdana Emine Şenyaşar kir û got, “Hemû zanyarî diyar in lê kesek newêre gavekê biavêje. Wek kurekî te, birayekî te ezê jî dozê bişopînim.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li pêşiya Baroya Rihayê serdana Emine Şenyaşar kir. Kiliçdaroglu amaje bi wê yekê da ku ew dê kujeran bi hevre eşkere bikin û got, “Hewara dayîkekê ye û dibêje ez dadweriyê dixwazim, zarokên min û hevjînê min li ber çavên min hatin kuştin. Em dizanin çend dozger hatin guhertin û zextên sîyasî jî dizanin lê ew çi bikin bila bikin em dê dadweriyê pêk bînin.”

Emine Şenyaşar bi armanca dadgehkirina kujerên malbata xwe nêzîka 276 roj e li pêş Dadgeha Rihayê çalakiya rûniştinê dike.

Roja 14ê Hezîranê li navçeya Pirsûsê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê alozî di navbera alîgirên berbijêrekî AKPê û çend dikadaran de çêbû û têde çek hatin bikaranîn, di encam de 3 kes ji malbata Şenyaşar û kesek jî ji malbata Yizldiz hatibûn kuştin û 8 kes jî birîndar bûbûn.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi armanca hevdîtina ligel nûnerên saziyên civakî yên sivîl serdana parêzgehên Bakurê Kurdistanê dike.

Di vê çarçoveyê doh 8ê Kanûna 2021ê beşdarî bernameya “Hevdîtina Komeleyên Rihayê” bû û derbarê mijarên rojevê de axivî.

Li gor agahiyan tê çaverêkirin ku Kiliçdaroglu dê du rojan li Rihayê bimîne û piştre serdana Amedê dike.

 

Rudaw

Top