• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mistefa Kazimî serdana gundê Lêhban kir

Gulan Media December 9, 2021 Nûçe
Mistefa Kazimî serdana gundê Lêhban kir

piştî civîna leşkerî ya li Mexmûrê çûye vê gundê.
Îro hatibû Kurdistanê.

Îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî serdana Hewlêrê kir û di destpêka serdana xwe de li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya û di civînê de her du aliyan behsa gef û êrîşên vê dawiyê yên terorîstên DIŞIê kirin û tekez li ser bihêztir kirina hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê kirin.

Piştî civînê Serokwezîrê Îraqê serdana Mexmûrê kir û beşdarî di civîna hevbeş ya hevbeş ya hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê kir.

Pişt re Kazimî çû gundê Lêhbanê yaku beriya çend rojan bi şevek ketibû destê terorîstên DIŞIê lê hêzên pêşmerge ev gund rizgar kiribûn û têbe bicîh bibûn.

Kazimî li gel şêniyên gund û kesûkarên şehîdên gundê ku ji aliyê DIŞIê ve hatibûn ehîdkirin civiya û ragihand ku DIŞI nemaye û nema karibe dubare êrîş bike.

Top