• Wednesday, 25 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî teqîna Besreyê mehkûm kir

Gulan Media December 8, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî teqîna Besreyê mehkûm kir

teqîn îro bi rêya tirimbîleke bombekirî pêk hatiye.
Gelek welatî canê xwe ji dest dane.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek derbarê teqîna li Besreyê weşand û di peyamê de Nêçîrvan Barzanî bi tundî teqîna han mehkûm kiriye.

Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye: Bi tundî êrîşa han ya terorîstî ya naverasta bajarê Besreyê mehkûm dikim ku bûye sedema can ji dest dana hijmarek welatiyan. Sersaxî didim malbet û kesûkarên qurbaniyan, hevparê xema wanim û ji xwedê daxwaz dikim ku rihê wan bi cenetê şad bike û birîndar jî bilez şefa bide.

Barzanî tekez li ser vê yekê kiriye ku herêma Kurdistanê di warê nûjdarî û warên din de amadeye her cure hevkariyek pêşkêş bike.

 

Top