Mesrûr Barzanî: Em ji bo alîkariyên projeyên hunerî xemsariyê nakin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje, hikûmet ji bo alîkariyên projeyên hunerî xemsariyê nake.
Îro roja çarşemê 08.12.2021ê li Hewlêrê merasîma 100 saliya Serhildana Şanoya Hewlêrê birêveçû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî merasîmê bû û gotarek pêşkêş kir.
Deqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban
Birêzan,
Amadebûyên hêja
Şanoger, hunermend, rewşenbîr, zor zor bi xêr hatine, ez xwe gelekî bextewer dizanim ku rê hat dayîn ji min re ku beşdar bibin û îro ligel we yadkirina vê boneya bikim.
Îro yadkirina 100 saliya serhildan û peydabûna tevgera şanogeriyê li bajarê Hewlêrê em dikin ku di sala 1921ê de li dibistana Erbîl Ula hatibû pêşkêşkirin û weke destpêka nimayişkirina şano li Hewlêr û Kurdistanê tê zanîn.
Destxweşiyê li rêkxerên vê yadê dikim ku hewleke bi arasteya zîndîhiştin û yadkirina mêjûya dêrînî bajarê Hewlêrê ku weke dizanin yek ji kontirîn bajarê cîhanê ye ku jiyan û nîştecîbûn têda berdewame.
Diyar e, yekem şanogerî li Hewlêrê derbarê jiyan û azayetî û dadperwerîya serkirdeyê kurd Sellahedînê Eyubî bû ku ligor çavkaniyên mêjûyî, xelkê gundê Duynê yê ser be bajarokê Pîrmamê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye û piştre ji bo Tikrîtê koç kiriye.
