• Wednesday, 25 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Hemû hevkarî û piştgiriyên pêwîst ji bo serkeftina Pêşmerge dabîn dikin

Gulan Media December 7, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Hemû hevkarî û piştgiriyên pêwîst ji bo serkeftina Pêşmerge dabîn dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ji bo rûbirûbûna teroristên DAIŞê û têkşikandina wan, divê hevkarî û hevahengiya serbazî ya xurt di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebe û valahiya ewlehiyê ya di navbera wan de were dagirtin, ta ku bi hev re rûbirûyî DAIŞê dijminê me yê hevbeş bibin ku gefê li aramî û ewlehiya welat dixwe.

Îro 6/12/2021ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandariya Giştî yê Hêzên Pêşmerge di Serokatiya Herêma Kurdistanê de serperiştiya civîneke serbazî kir û tê de cîgirên Serokê Herêmê, wezîrên Pêşmerge û Navxwe, Fermandariya Yekîneyên Heftê û Heştê, fermandarên bilind ên Pêşmerge û berpirsên mihwerên bi dirêjahiya bereyên rûbirûbûna ligel teroristên DAIŞê beşdar bûn.

Di destpêka vê civînê de şehîdên vê dawîyê yên berevaniya Kurdistanê yên di rûbirûbûna terorê de canê bexişandine bi bîr anîn û Serokê Herêma Kurdistanê pirse û sersaxî arasteyî malbat û kesûkarên wan kir û hevxemiya xwe jî bi wan re da nîşandan û herwisa daxwaza çakkirina zû ji birîndaran re dixwest.

Di civînê de, rewşa serbazî û bereyên berevaniyê li Herêma Kurdistanê hatin nirxandin û tê de fermandarên mihweran kurteyek derbarê dawî pêşhatên bereyan û pêwîstiyan pêşkêş kirin. Herwiha Wezîrê Pêşmerge behsa plan û hûrgiliyên pêngavên wezaretê bo çawaniya rûbirûbûna teroristan û pêwîstiyên serbazî kir.

Di civînê de tekez hate kirin ku terrorist sûdê ji wê valahiya ku li navçeyên di navbera Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê de heye werdigirin û terrorist xwe ji wir ve vedidizin, ta ji sînorê ve li Pêşmerge û xelkê sivîl bidin.

Nêçîrvan Barzanî ferman da, ji bo rewşa niha, bi hevahengî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar zû pêwîstiyên bilez ên ji bo dahatûyê jî werin dabînkirin û fermande û aliyên pêwendîdar rasperd bilez rewşa bereyan û xalên rûbirûbûna ligel teroristan bêne rêkxistin û kêmayî û valahî bêne dagirtin, li seranserî mihweran jî hevkarî û hevahengî di navbera Pêşmerge de hebe.

Serokê Herêma Kurdistanê spasî, pêzanîn û destxweşî pêşkêşî Pêşmergeyên qehreman ên Kurdisatnê kir ku bi xwîn û canê xwe berevanî li Herêma Kurdistanê kirine ku bi xweragirî û rûbirûbûna Pêşmerge, dijmin tên jinavbirin.

Serokê Herêma Kurdistanê xelkê Kurdistanê dilniya kir, Pêşmerge bi hemû karînên xwe dê berevaniyê bike û Serokatiya Herêmê, Hikûmet û hemû aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê her hevkarê û piştgiriyeke pêwîst ji bo serketfina Pêşmerge dê dabîn bikin.

 

Top