• Wednesday, 25 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Hevahengî di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye

Gulan Media December 7, 2021 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Hevahengî di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de derbarê bicihbûna Pêşmerge li gundê Lihêbanê de belav kir û ragihand, hevahengî di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê de heye.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat, “Îro 6/12/2021ê, hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina serî û malên welatiyên Kurd gihîşt Lihêbanê.”

Herwiha diyar kir, “Piştî gihîştina Pêşmerge nava gund, civînek di navbera fermandarên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û fermandarên Odeya Operasyonên Neynewa hate kirin, ji bo wê mebestê jî hevahengiya di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê de heye.”

Ev di demekê de ye, şeva 4/12/2021ê çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Lihêbanê yê ser bi nahiya Sergeran li parêzgeha Kerkûkê kir, piştre gundî neçar bûn ji gund derkevin, lê îro hêzeke Pêşmerge çû nava gund û xelk jî vegeriya ser mal û milkên xwe.

 

K24

Top