Li Sûriyê di êrîşeke Amerîkayê de hejmarek sivîl hatin kuştin
Amerîkayê 4ê Kanûna îsal, li Sûriyê bi balafireke bê mirov êrîşî ser fermandeyekî Qaîdeyê kir û dibêje, armanca wan pêk hatiye, lê di êrîşê de hejmarek xelkê sivîl hatine kuştin ku Pentagonê hejmara wan eşkere nekiriye.
Berpirsên li Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ku di êrîşê de îtirafê bi kuştina xelkê sivîl dikin, destnîşan dikin ku lêkolînek di vê bûyerê de kirine.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Careen Rokcbeer, ji medyaya Amerîkayê re ragihand, “Can ji dest dana xelkê sivîl cihê xemgîniyê ye û ji bo rêgirîkirina li van bûyeran hemû rêkarekê werdigrin.”
Ew fermandeya piştras dike ku, di êrîşa 3yê Kanûnê de armanca wan pêk hatiye û fermandeyê Qaîdeyê kuştine. Lê dibêje, ji ber parastina çavkaniya îstixbarî ku ji bo operasyonê alîkar bûn, ew naxwazin niha navê kesên armanc hatiye girtin eşkere bikin.
Ew fermandeya ji bo zerar dîtina xelkê sivîl jî dibêje, “Em gelek cidî nêzîke vê mijarê dibin û piştrast dikin ku bi hûrgilî lêkolînê dikin.”
Ev sêyem êrîşa Amerîkayê ye di nav çend mehên borî de li Sûriyê bo ser grûpa Qaîdeyê. Ev nûçeya di demekê de ye, çend roj pêştir Pentagonê, fermandeyekî bilind ji bo lêkolîna armancgirtina 70 kesên sivîl di 18ê Adara 2019an de li Baxozê ku tê gumankirin piraniya wan jin û zarok bûn, erkdar kir.
Rudaw
