Berpirsekî Gorran: Mirov kêfxweş dibe dema dibîne Serok Barzanî rijd e li ser rakirina tola şehîdan
Berpirsekî Gorran dibêje, ew kêfxweş in ku Serok Mesûd Barzanî rijd e li ser wê yekê ku nabe xwîna şehîdan li erdê bimîne.
Berpirsê dezgeha pêşmergeyên dêrîn ya Gorran, Şêx Kamîl Nûrî ji BasNewsê re got, terorîstên DAIŞ dîsa xwe komî hev kirine û di nav hefteyekê de çendîn caran êrişî hêzên Pêşmerge û xelkê sivîl kirine û gelek pêşmerge û xelkê sivîl şehîd û birîndar kirine. Loma dema wê hatiye hêzên Pêşmerge zêdetir xwe bihêz bikin û bi tundî bersiva wan terorîstan bidin.
Şêx Kamîl Nûrî her wiha got, hêzên Pêşmerge mêrxasiyên mezin kirine lê mixabin di êrişa gundê Xidircîce de DAIŞê komkujî kir. Divê hêzên Pêşmerge di rewşên wisa de demildest bersiv bide û berevaniyê bike.
Wî berpirsê Gorran behsa hevgirtina hêzên Pêşmerge jî kir û got, eger hêzên Pêşmerge hev bigirin û bibin yek wê çaxê dibe hêzeka niştimanî û êdî terorîstên DAIŞê jî nikarin êriş bikin.
Li ser helwesta Serok Barzanî li ser rakirina tola xwîna şehîdan bi taybet şehîdên gundê Xidircîce jî Şêx Kamîl Nûrî got, mirov bi vê yekê kêfxweş dibe dema dibîne Serok Barzanî rijd e li ser wê yekê ku nabe xwîna şehîdan li erdê bimîne.
Basnews
