Ebadî daxwaz ji PKK dike çekên xwe deyne
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di kongreya heftiyane de ragehand ku, Encûmena wezîran kontirolkirina sînorê sêkoşe Iraq-Tirkiy- Îran gotûbêj kir.
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, hikûmetê daxwaz ji hemû grûbên çekdar li ser xaka Iraqê ne çekên xwe deynin, di nav de jî Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK).
Ebadî da zanîn ku, hinek alî dixwazin nakokiyên siyasî yên Iraqê li xala sifir vegerînin bêyî ku, navê ti aliyekê destnîşan bike.
Basnews
