Parêzgarê Hewlêrê: Şerê piştî pêşbirkê peywendî bi alaya Iraqê nebû
Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku di şerê piştî pêşbirka tîmên Hewlêr û Şurte de ti kes nehatiye kuştin û tekez kir ku wî şerî ti peywendiyek bi alaya Iraqê û siyasetê ve nîne.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, di şerê di navbera alîgirên tîmên Hewlêr û Şurte de ti kes nehatiye kuştin, sivkatî bi ti kesî nehatiye kirin û dûr û nêzîk dest bo alaya Iraq û Kurdistanê nehatiye dirêjkirin.
Omêd Xoşnaw got, “Em jî li stadyumê amade bûn, beşeke alîgirên Şurte çend kursiyên stadyumê şikandin. Ev a ku rû da, li welatên cîhanê yên pêşketî jî heye û tiştek çaverêkirî ye di futbolê de. Tişta ku rû da ti peywendî bi siyaset, Hewlêr û alayê ve nîne. Kargêriya tîma Hewlêrê heta firokexaneyê jî li gel tîma Şurte û alîgirên wê bûn û bi başî bi rê kirin û tişta qewimî, bûyerek bû di navbera alîgiran de.”
Li gor gotina Parêzgarê Hewlêrê dibêje, mijar ji xeta xwe hatiye derxistin û hinek kanalan wisa nîşan daye ku kuştî di şer de hebûne, lê tekez dike ku dibe ji herdu aliyan ziyan bi hinek kesan gihiştibe, lê ti kes nehatiye kuştin.
Şîrove
