• Thursday, 26 February 2026
logo

Kirmaşan – Li Qesra Şîrîn kolberek hat kuştin

Gulan Media December 5, 2021 Nûçe
Kirmaşan – Li Qesra Şîrîn kolberek hat kuştin

 Li bajarokê Qesra Şîrîn yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Pêr êvarê (3 Kanûnê) pasdarên Îranê li devera sînorî ya Perwîzxan li nêzîkî bajarokê Qesra Şîrîn li parêzgeha Kirmaşanê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Hebîb Rostemî (32 salî) hat kuştin.

Tê gotin ku pasdarên Îranê ji nêzîk de gule li wî kolberî dane û gule li patka wî ketiye.

Hebîb Rostemî xelkê gundê Fermanşa yê Qesra Şîrîn û bavê du zarokan bû. Hebîb kurdekî yarsan bû.

 

Basnews

Top