• Tuesday, 17 February 2026
logo

Xwepêşandan û nerazîbûn li bajarên Îranê destpê kir!

Xwepêşandan û nerazîbûn li bajarên Îranê destpê kir!
Li gor girte video û wênyên li torên civakî belav dibin, sê roj greva giştî û xwepêşandan li gelek cîh û bazarên bajarê Tehranê û gelek bajarên din ên Îranê (Kirmaşan, girawa Qişim, Şîraz û Ehwaz) xwepêşandan û grev destpê kirin.

Li gor zanyariyên torên civakî û girte videoyan dervey xwepêşandanan jî alozî duh li Tehran û gelek bajarên din derketin pêş û ji ber bêkarî û rewşa xirab a aborî û bahayiyê xwepêşandan destpê kirine. Îro 26.06.2018 beşek piraniya kasibkar û dukandarên bazarên mezin ên Tehran û Kirmaşanê dukan û bazarên xwe daxistine û dest bi grev û xwepêşandanê kirine.

Li gor çavkanî û şahidên bûyeran behsa wê yekê dikin ku rewşa Tehranê ne seqamgîre û li şeqama sebze meydana sebze û meyve firoşan îro xwepêşandan destpê kir û hêzên ewlehiyê bi tundî li ser xelkê de çûne û tundî û alozî zêde bûne.

Basnews
Top