• Thursday, 26 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê derdora Eyn Îsa topbaran kir

Gulan Media December 5, 2021 Nûçe
Artêşa Tirkiyê derdora Eyn Îsa topbaran kir

Artêşa Tirkiyê bajarokê Eyn Îsa û rêya M-4 û navçeya Şehbayê li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Zanyariyên xwecihî ji Eyn Îsa li bakurê Reqayê, diyar dikin ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bajarokê Eyn Îsa û gundê Seyda û Kampa Eyn Îsa û Rêya Navdewletî ya M-4 topbaran û gulebaran kirin.

Li hember wê topbaranê jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Encûmena Leşkerî ya Girê Spî, bersiv dane.

Di çarçoveya wê êrîşê de jî, otomobîlek li navenda bajarokê Eyn Îsa ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hate armanckirin, hevdem Nexweşxaneya Umer Elûş hate armanckirin.

Herwiha gundê Gozeliyê û Til Leben li başûrê rojavayê bajarokê Til Temir, bi hawinana hatin topbarankirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî ji navçeya Şehbayê jî, li bakurê Sûriyê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekjdar ên alîgirên wê, herdu gundên Eyn Deqne û Bêlûniyê li wê navçeyê  topbaran kirin.

Eyn Îsa

Eyn Îsa ku bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

 

Rudaw

Top