Li Şirnexê birayê serokê berê yê AKPê hat kuştin
Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, birayê Cihan Guven Serokê berê yê Navçeya Cizîrê yê AK Partiyê, Tahir Guven, di encama êrîşeke çekdarî de canê xwe ji dest da.
Otomobîla Tahir Guven, birayê Serokê berê yê Navçeya Cizîrê yê AK Partiyê, îro 4ê Kanûna 2021an li taxa Cûdî ya wê navçeyê ji aliyê hinek kesên nenas ve hat rawestandin. Li gor zanyariyan piştî demekê wan kesan teqe li Tahir Guven kir û di encam de Guven canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û termê Tahir Guven rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hat ragihandin ku polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehî wergirtine û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirin.
