• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka bo Tirkiyê: Demokrasiyê bihêz bikin

Amerîka bo Tirkiyê: Demokrasiyê bihêz bikin
Piştî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinên 24ê Hezîranê de serkeftin bidest xist, Amerîkayê bang li Tirkiyê kir ku demokrasiyê bihêz bike.



Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders di civîneke çapemeniyê de hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Tirkiyê nirxandin.



Sarah Sanders, da zanîn ku ji bo bihêzkirina têkiliyên Amerîka û Tirkiyê karûbarên pêkanîna peywendiyeke telefonî di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de berdewam in.



Sanders got: "Em dixwazin Tirkiye demokrasiya xwe bihêz bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkên di peywendiyên dualî de jî ber bi pêş ve gavan biavêje."



Roja Yekşemî 24ê Hezîran a 2018an, hilbiajrtinên gera 27an a parlamentoya Tirkiyê û hilbijartinên 13mîn gera serokoamriya wî welatî birêve çû. Recep Tayyip Erdogan jî weke berbijêrê posta serokomariyê, zêdetirî %52ê dengan bi dest anî û weke serokomarê nû yê Tirkiyê hat hilbijartin.

Rudaw
Top