• Thursday, 26 February 2026
logo

Serkirdeyekî Gorran: Eger xiyaneta 16 Cotmehê nebûya DAIŞ nediwêriya êrişî Pêşmerge bike

Gulan Media December 4, 2021 Nûçe
Serkirdeyekî Gorran: Eger xiyaneta 16 Cotmehê nebûya DAIŞ nediwêriya êrişî Pêşmerge bike

Endamekî civata giştî ya Gorran dibêje, eger xiyaneta 16 Cotmeha 2017 nebûye û deverên Kurdistanî di destê hêzên Pêşmerge de bûna, terorîstên DAIŞê nediwêriyan êriş bikin.

Endamê civata giştî ya Gorran, Kerîm Mexzî Qasim ji BasNewsê re got, êrişên terorîstên DAIŞê li dijî kurdên xelkê deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê zêde bûne. Mixabin tenê di hefteyekê de gelek pêşmerge û xelkê sivîl bi destê terorîstan şehîd bûn. Lê dîsa jî hêzên Pêşmerge di sengerên xwe de ne û berevaniyê li xaka pîroz ya Kurdistanê dikin.

Kerîm Mexzî Qasim her wiha got, ji ber xiyaneta 16 Cotmeha 2017 pêgeha Pêşmerge li deverên Kurdistanî hatiye lawazkirin. Ew deverên ku Pêşmerge lê bicîh bibû, niha Heşda Şeibî û artêşa Iraqê lê bicîh bûne. Lê ew nikarin mîna Pêşmerge şerê terorîstên DAIŞê bikin. Eger xiyaneta 16 Cotmehê nebûya yan jî deverên Kurdistanî di bin destê Pêşmerge de bûna terorîstên DAIŞê nediwêriyan bi vî rengî êriş bikin. Loma şehîdkirina her pêşmergeyekî yan her kesekî sivîl dikeve stûyê Lahûr Cengî û xiyanetkarên 16 Cotmehê. Ji ber ku ji ber wê xiyanetê êrişên DAIŞê zêde bûne û êrişî Pêşmerge û xelkê sivîl dikin.

 

Basnews

Top