• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr digel şandeyeka bilinda Holendayê dicive

Serokwezîr digel şandeyeka bilinda Holendayê dicive
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurtdistanê, roja duşemê 25.06.2018ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Sigrid Kaag Wezîra Bazirganî û alîkara geşepêdana Holendayê, Birgita Tazelaar Rêvebira giştiya beşê Bakurê Afrîqiya û Rojhilata Navîn li Wezareta Derve ya Holendayê, Mathijs Wolters balyozê Holendayê li Îraqê û Janet Alberda Konsula vî welatî li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.

Di civînekê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Fuad Hisên Serokê Dîwana Seroaktiya Herêma Kurdistanê û hijmareke wezîrên hikûmetê amade bûn, şandeya mêvan giringiya Îraq û Herêma Kurdistanlê ji bo Holendayê berşav kir û amadehiya welatê xwe ji bo alîkariya saziyên Herêma Kurdistanê di warên cuda de nîşan da û rola gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşwazîkirin û hewandina hijmareka zêde ya koçber û penaberên ji Suriyê û deverên cudayên Îraq, bilind nirxand.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên leşkerî û mirovî yên Holenda jo bo herêma Kurdistanê kir û jê re bi kurtî behsa rewş emnî, siyasî û miroviya Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr hêvî xwest ku Holenda di warên cuda de û bi taybetî di warên aborî, darayî û çandinê ku ezmûneka zengînheya heye, hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Di beşek din yê civînê de behsa têkeliyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Holendayê hat kirin û di vî warî de rola revenda kurdî li Holendayê bilind nirxandin.

Rewşa Siyasî û hilbijartinên vê dawiyê yên Îraqê û çend pirsên din di civînê de hatin gotûbêj kirin


Top