Çînê li ser demokrasiyê bersiva rexneyên Amerîkayê da
Serkirdeyên 110 welatên Cîhanê ji aliyê Serokê Amerîkayê ve hatine vexwendine ji bo ku rojên 9 û 10 ên vê mehê, beşdariyê di “Lûtkeya Demokrasiyê” de bikin ku bi awayekî online tê kirin.
Jen Psaki, Berdevka Koşka Spî, dibêje, “Ev derfeteke bo serkirdeyan daku gotûbêjê bikin li ser astengî û derfetên li pêşiya hikûmetên demokrasî ên Cîhanê; herwiha ji bo ku nîqaşê li ser wê yekê bikin ku demokrasî çawa dikare xizmetê ji weltaiyên wan re bike, ev jî li ser bingehên stûnên wê lûtkeyê, ku pêktên ji bihêzkirina demokrasî, berevanîkirina li dijî xwesepandinê, rûbrûbûna gendeliyê û girîngî dan bi rêzgirtina mafên mirov.”
Çîn bo wê lûtkeyê nehatiye vexwendin, lê Taywan di nav lîsteya vexwendinê de ye. Ev yek jî bû sedema karvedanên tund ên Pekînê, bi taybet jî ku Çîn, Taywanê wek beşek ji axa xwe dizane û li dijî wê yekê ye ku ji aliyê rojava ve bi awayekî serbixwe miamele ligel bê kirin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê bi tundî rexneyan li Washingtonê digire û dibêje: “ Amerîka dixwaze bi vî karî welatên cîhanê bo welatên demokratîk û nedemokratîk dabeş bike"
Le Yucheng, Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê, diyar dike, “Di rastiyê de ev yek dijî demokrasiyê ye; ti xizmetekê bo yekrêziya cîhanê nake, ti başiyeke wê bo hevahengî û pêşketinê nabe. Ev hizr û nîyeta dijminan pêşan dide. Demokrasî bi tenê amûreke bo guşarxistina ser her kesekê ku ligel wan ne di heman nêrînê de ye ji bo ku pêşketina welatên din birawestînin.”
Di karvedanên konferansa “Lûtkeya Demokrasiyê” ya Amerîkayê de, biryare îro Çîn raporeke bi navê “Ew Demokrasiya ku Kar Dike” belav bike û têde bi nêrîna xwe behsa demokrasiya li welatê xwe û cîhanê bike.
Rudaw
