• Thursday, 26 February 2026
logo

Behrênê êrişa terorîstî ya Mexmûrê şermezar kir

Gulan Media December 4, 2021 Nûçe
Behrênê êrişa terorîstî ya Mexmûrê şermezar kir

Wezareta derve ya Behrênê êrişa DAIŞê li dijî xelkê sivîl û hêzên Pêşmerge şermezar kir.

Wezareta derve ya Behrênê li ser êrişa DAIŞê ya pêr bi şev li dijî xelkê sivîl û hêzên Pêşmerge li devera Mexmûr ya Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.

Di peyamê de ew êriş bi tundî hatiye şermezarkirin û wek “êrişeka terorîstî ya tirsonek” hatiye bi navkirin.

Wezareta derve ya Behrênê her wiha sersaxî ji malbatên şehîdan re û şîfa jî ji birîndaran re xwastiye û ragehandiye, ewê bo rûbirûbûna terorê û parastina ewlehî û aramiyê bixebitin.

Wezaretên derve yên Urdin û Qeterê jî ew êriş şermezar kiribûn û têkestî li ser pêwîstiya nehîştina terorê kiribûn.

Pêr bi şev terorîstên DAIŞê êrişî gundên Mexmûrê kirin, di wê êrişê de 10 pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn.

 

Basnews

Top