• Thursday, 26 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî serdana mala şêrejina sê kurên wê şehîd bûne kir

Gulan Media December 4, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî serdana mala şêrejina sê kurên wê şehîd bûne kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana mala dayika her sê şehîdan, ya Serok Barzanî ew bi “şêrejin” bi nav kiriye, kir û ji nêzîk ve sersaxî li wê û malbata wê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana mala “şêrejinê”, dayika her sê şehîdên ku şeva borî di êrîşa DAIŞê de şehîd bûne kir û ji nêzîk ve sersaxî li wê û malbata wê kir.

Di vê serdana xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serexweşî li şêrejinê kir û got: Em kurê we ne û çi ji destê me bê em xizmeta te bikin.”

Di hemberê de şêrejinê got: Ez bi kurên xwe serbilind im, heta şehîd bûn berevanî kirin. Ez bi wan gelekî serbilind im. Niha sê kurên min mane, ez amade me ku ew her sê kur şehîd bibin. Ez gelekî şanazîyê bi wan dikim û dibêjim: Ey Xwedê bila giyanê kurên min yên qehreman şad be.”

Birayê her sê şehîdan şeva borî daxwaz kiribû ku Serokwezîr serdana wan bike, îro jî Serokwezîr serdana wan kir. Wî bi girî got: “Her sê birayên min li tenişt min şehîd bûn, lê heta guleya dawî min şer kir. Em hemû bi qurbanîdanê serbilind in. Heşt birayên me mane, em amade ne xwîna xwe ji bo xatirê ax û ala Kurdistanê birjînin. Pêşewa Qazî Mihemed li ser ala Kurdistanê şehîd bû û em li ser rûmet, xak û welatê xwe şehîd bûne.”

 

K24

Top