• Tuesday, 17 February 2026
logo

“Bila êdî HDP guh nede fişar û fermanên Qendîlê!”

“Bila êdî HDP guh nede fişar û fermanên Qendîlê!”
Nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê şîretan li Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) dike û dibêje, bila HDP guh nede fişarên Qendîl û bi Ocalan re hewla pêkanîna aştiyê li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bide.

Nivîskarê kurd yê Rojavayê Kurdistanê Hoşeng Osê, li ser rûpela xwe ya facebookê behsa serkeftina HDPê di hilbijartinên Tirkiyê de kiriye û gotiye, eger AKP bi qasî HDPê di bin fişar û zorê de bûya nedikarî bi qasî HDPê serkeftin bi dest bixîne, ji ber wê jî divê HDPê xwedî li ser serkeftina xwe derkeve.

Hoşeng Osê her wiha gotiye, divê serokomarê Tirkiyê û serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan vê yekê bizane ku serkeftina HDPê bi dengan kurdan pêk hatiye ji ber wê jî ew nikarî ti carî kurdan tine bike, jixwe yên beriya Erdogan jî nekarîbûn.

Wî nivîskarê Rojavayê Kurdistanê şîret li HDPê kiriye û gotiye, nabe êdî guh bide ferman û fişarên Cemîl Bayik û rayedarên din yên PKKê û hewl bide bi alîkariya rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê aştiyê pêk bîne.

HDPê karî di hilbijartinên duh yên Tirkiyê de benda hilbijartinan ya %10 derbas bike û 67 kursiyên parlamentoya Tirkiyê misoger bike.

Basnews
Top