• Thursday, 26 February 2026
logo

UNAMI: Bihêzkirina hevkariya di şerê li dijî DAIŞê de girîng e

Gulan Media December 3, 2021 Nûçe
UNAMI: Bihêzkirina hevkariya di şerê li dijî DAIŞê de girîng e

Şandeya Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya şeva borî li dijî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi “hovane" bi nav kir û sersaxî li kesûkarên şehîdan kir.

Di peyama UNAMI de hat, “Em sersaxiyê li malbatên kesên di êrîşa şeva borî de li Mexmûrê canê xwe ji dest dan dikin û ji birîndaran re şîfaya bilez dixwazin.”

Di beşeke din a peyamê de hat: “Bêguman bihêzkirina hevahengî û hevkariya di şerê li dijî DAIŞê de girîng e.”

 

Top