• Tuesday, 17 February 2026
logo

Demirtaş di hilbijartinên serokomariyê de bû sêyem

Demirtaş di hilbijartinên serokomariyê de bû sêyem
Li gorî encamên destpêkê yên hilbiajrtinên serokomariya Tirkiyê, berbijarê HDPê yê bo serokomariya wî welatî, Selahattin Demirtaş di bidestxistina dengan de bû sêyem.

Hilbijartinên serokatî û parlemanî yên Tirkiyê îro Yekşemî 24ê Hezîrana 2018 hatin lidarxistin.

Li gorî encamên destpêkê yên nefermî, berbijarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş di 13mîn gera hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de bû sêyemîn berbijêr ku dengên herî zêde bi dest xistine.

Encamên destpêkê yên hilbiajrtinan nîşan didin, ku Demirtaş di hilbijartina roja 24ê Hezîrana 2018ê de, bi bidestxistina zêdetir ji 4 milyon dengan, rêjeya %8.25ê dengan bi dest xistiye û piştî Recep Tayyip Erdogan û Muharrem Înce di pileya sêyem de cih girtiye.

Li gorî encamên destpêkê, berbijarê AK Partiyê, Recep Tayyip Erdogan bi bidestxistina zêdetir ji 25 milyon dengan bûye yekem û serkevtin bi dest xistiye. Herwiha berbijêrê Partiya Komariya Gel (CHP), Muharrem Înce jî bi bidestxistina zêdetir ji 15 milyon dengan, rêjeya %30.75ê dengan bi dest aniye û di cihê duyem de cih girtiye.

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê û berbijarê serbixwe di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de jî, ku dihat pêşbînîkirin dengek berçav bi dest bihîne, nekarî encamek baş bi dest bixe û bi bidestxistina %7.38ê dengan, di pileya çarem de cih girt.

Ji bo hilbiajrtinên serokomariya Tirkiyê, 6 kes bibûne namzed, ku Erdogan berbijêrê AK Partî, Muharrem Înce berbijêrê CHPê, Selahattin Demirtaş berbijêrê HDPê, , Temel Karamollahoglu berbijêrê Partiya Saadet du berbjiarên serbixwe Meral Akşener û Dogu Perîçek bûn.

Rudaw
Top