• Thursday, 26 February 2026
logo

YEyê li ser pirsa penaberan piştgiriyê dide Poland, Lîtvanya û Letonyayê

Gulan Media December 2, 2021 Nûçe
YEyê li ser pirsa penaberan piştgiriyê dide Poland, Lîtvanya û Letonyayê

Yekîtîya Ewrupa (YE) pêşnîyar kir ku hin mafên koçberên li ser sînorê wê yên bi Belarûsê, were asteng kirin.

Pêşnîyara astengkirina koçberan ji hêla Komîsyona Ewrupa ku milê revebirandinê ya YE, hatiye pêşkeş kirin. Pêşnîyar, bo Polanda, Lîtvanya û Letonya wek nîşana piştgîrîya sîyasî ya YE û NATOyê hate nirxandin, tevî ku Brukselê qebûl kiribû ku alozîyên ser sînor kêm bûne.

Berpirsa karên navxweyî ya YE Ylva Johansson da ragihand ku piştî ku Belarûsê 1.900 koçber vegerand Îraqê û yên din jî ji sînor paşve şand, krîz di hefteyên dawî de kêm bûye.

Johansson got:"Tevî ku rewş baştir dibe jî, divê em hişyar bimînin.Hejmar ne zêde ne. Ev di serî de ne krîzeke koçberîyê ye. Ev tehdîdeke hîbrîd e."

Ylva Johansson da zanîn ku niha nêzî 8.000 koçber li sê welatên sînorî ne. Pêşnîyara Komîsyonê, ewê destûrê bide Polanda, Lîtvanya û Letonyayê ku ji koçberan bixwazin ku tenê li cihên dîyarkirî, yên wek li deriyên sînor, ji bo şeş mehên pêş , daxwaza mafê penaberîyê bikin.

Hevdem, li gor pêşnîyarê penaxwaz dikarin heta 16 hefteyan li ser sînor bêne ragirtin, ku bi vê yekê ew mafê ragirtina li navendên baştir yên li hindurê welêt winda dikin.

Her wiha, gava ku sersîlêdanên penaxwazan were qabûl kirin, wê pêwîst bike dewletên YE tenê derfetên bingehîn pêşkêşî wan bikin.

Rexistina xêrxwazîyê ya navneteweyî ya Oxfam, pêşnîyara YE şermezar kir.

Erin McKay, rêvebira koçberî yê ya Ewrupayê ya Oxfam jî pêşnîyara YE bi tundî rexne kir.

 Herwuha McKay got."Piştgirîkirina bo desteserkirina koçberên li ser sînorên YE, sîyasetê dike pêş jiyana mirovan," 

Johansson got ku ew ji wê tevgerê poşman bûye. Konseya Ewropayê - çavdêriya mafên Ewropayê - got ku ew sînorkirin û astengiyên li hember parastina mafên mirovan berdewam dike.

Konseya Ewrupayê – ya ku çavdêrîya mafên Ewrupayê dike - got ku ev peşnîyar domandina sînordarkirin û astengêyên dijê parastina mafên mirovan e.

Johanssson jî anî ziman ku ew jiber biryarê xemgîn e.

YE ji 2015an vir ve, qanûnên bo koçberîyê tundtir dike, ku heya niha 1 mîlyon koçber hatine û jiber ku pêvajoya blokê serûbin kiriye û her wiha welatên endam di derbarê rêkên çareserîyê de lihev nakin.

 

 

Basnews

Top