HUDA-PAR: Em dikarin pirsa Kurd di nav çend rojan de çareser bikin
Zekeriya Yapicioglu duh li Amedê mîtîgek li dar xist û di axaftina xwe ya mîtîngê diyar kir ku "hinek kesan di hilbijartinên 2015an de li qada Amedê ji bo ku şansekê bidin aştiyê daxwaza piştgiriyê kiribûn" û got:
“Dema ku ji hêviya xwe zêdetir çûn parlementoyê, alozî zêde bûn. Bînin bîra xwe hinek kesan digot 'pirsa Kurd heye, ev pirs pirsa me ye û em ê çareser bikin'. Îro hatine dibêjin ev pirs tine ye. Birayên min, em li ser çareserkirina vê pirsê ku weke kolana herdu aliyên wê girtî ye, bi biryar in. Kesên ku dibêjin 'pirsgirêkeke bi vî rengî tine' û kesên ku dibêjin 'ev pirsgirêk, pirsgirêka tundiyê ye' nikarin vê mijarê çareser bikin. Dibêje qey dikare bi şer çareser bike.”
Yapicioglu herwiha eşkere kir: “Pirsgirêkên me hene. Em ê van pirsgirêkên xwe di nav aştiyê de çareser bikin. Em dikarin pirsa Kurd a ku pirsa herî tal a welat e, di nav çend rojan de çareser bikin. Ji bo çareserkirina vê mijarê edalet û semîmiyet pêwîst e.”
Rudaw
