• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Duhokê nimêja baranê hat kirin

Gulan Media November 29, 2021 Nûçe
Li Duhokê nimêja baranê hat kirin

Li bajarê Duhokê bi dehan welatî kom bûn û nimêja baranê kirin.

Va payîz ber bi xilasbûnê ve diçe lê hîn li Başûrê Kurdistanê baraneka wisa dilxoşker nebariye, ji ber wê jî beşek ji xelkê bi taybet cotkar nîgeran in ku mîna par hişkesalî hebe û zerermend bibin.

Ji ber wan nîgeranî û fikaran, îro li Duhokê nimêja baranê hat kirin.

Di merasima nimêjê de ku bi rengekî zindî ji aliyê BasNewsê ve hat pexşkirin, bi dehan welatî nimêja komî kirin û daxwaz ji Xwedê kirin baranê bibarîne.

Di ayîna îslamê de nimêja baranê ji qedîmê ve tê kirin. Her gava şilî û baran kêm bibe xelk nimêja baranê dikin. Çend duayên taybet yên baranê hene, wan jî dixwînin û lavahiyê ji Xwedê dikin baranê bibarîne. 

 

 

Basnews

Top