• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Reqayê zanîngehek hat vekirin

Gulan Media November 28, 2021 Nûçe
Li Reqayê zanîngehek hat vekirin

Li bajarê Reqa ku di bin kontrola hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ye, Zanîngeha El Şerq hat vekirin.

Koordînesyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriye îro şahiyek ji bo vekirina zanîngeha El-Şerq li Reqayê saz kir.

Di ahenga vekirina Zanîngeha El Şerq de Berpirsên Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û serokeşîrên Ereb ên Reqayê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn.

Hevseroka Hevrêziya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûrhan Mistefa got, Zanîngeha El Şerq wek hemû zanîngehên wan dê li ser rêbaz û felsefeya Umeya Demokrat be û rêzê li perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo hemû pêkhateyan bigre.

Hevseroka Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid jî  got, vekirina zanîngehê destkefteke din a Rêveberiya Xweser e.

Hevserokê zanîngehê Hesen El Îsa anî ziman ku di şert û mercên dijwar de weke rewşa corona û di bin gefên Tirkiyê de ew zanîngeh hate vekirin.

Zanîngeha El Şerq ji nêzîkî mehkê ve li Reqa hatiye vekirin, lê îro ahenga vekirina dê hat sazkirin.

 

Rudaw

Top